• Friday, 13 February 2026
logo

Gefa êrişa Tirkiyê ser Rojhilatê Firatê û bertekên li hemberî wê

Gefa êrişa Tirkiyê ser Rojhilatê Firatê û bertekên li hemberî wê
Her ku diçe gefên Tirkiyê li ser Rojhilatê Firatê zêde dibin, berpirsên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Krudistanê dibêjin, ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞê û grûpên din ên terorîst şer kirine, û ew niha deverê diparêzin. Dibêjin ew tu carî nabin gef li ser Tirkiyê û ewlehiya sînorê hevbeş bi temamî parastî ye.



Ji 10 rojan ve, gefên hikûmeta Tirkiyê, li dijî navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilatê Ferat tund û girantir bûne.



Li beramber wan gefan jî, helwestên curbicur derdikevin, bi taybetî ji Rêveberiya Xweser, partiyên ser bi wê rêveberiyê, HSD û Hikûmeta Sûriyê.



Piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dijî HSDê û gotina wî ku divê ew xwe ji bo şer amade bikin û encamên danûstandinên Enqere û Waşintonê derbarê “navçeya aram” çi bin, ew dê şerê HSDê bikin.



Erdogan ragihand ku eger encamên danûstandinên wan û Amerîka, derbarê “navçeya aram”, çi bin û çawa bin, ew dê êrîşî navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilatê Ferat bikin.



Ji bo vê mebestê jî, Artêşa Tirkiyê çek û hêzên xwe li ser sînor bêhtir dike, di demekê de, ku Enqere û Waşintonê li ser gelek dosyeyên girêdayî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê negihiştine lihevkirineke yekalîker, lê belê xalê nakokiyê, di navbera herdu aliyan de, hene.



Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ragihandiye ku diyalog bingeha berdewamiya aştiyê ye, lê eger çi êrîş bê encamdan, wê berxwedaneke mezin li hember wê êrîş hebe û bandora encamên wê jî, wê li ser siyaseta Amerîka û Rûsyayê hebe.



Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê, Hevrîn Xelef ragihand ku ti behane ji gefên dewleta Tirkiyê re nînin, ji ber ku projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke niştimanî ya sûrî ye û gefan li ser ewlehiya Tirkiyê dirust nake.



Hevrîn Xelef got ku ew gefên Serokomarê Tirkiyê red dikin û daxwaz dikin ku ji wan gefan vegere.



Wezareta Derve ya Sûriyê jî, di daxuyaniyekê de, ragihandiye ku ew destêwerdana Tirkiyê red dike û wê destêwerdanê weke dijayetiyekê li ser serwerî û yekîtiya Sûriyê dibîne, lê ji aliyê praktîkî ve, hikûmeta Sûriyê ti hêzên xwe li wan navçeyan bicih nekirine û ti amadekarî ji bo rûbibirûbna êrîşeke pêşbînîkirî nîşan nedaye.



Ev helwestên cuda di demekê de têne bihîstin, ku hikûmeta Tirkiyê dixwaze navçeya aram li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi kûrahiya 32 kîlometreyan li jêr serperiştiya wê be, di demekê de ku ev mijar di navbera wê û amerîka de, hêj yekalî nebûye.

Rudaw
Top