Serdar Şerîf: PKK siyaseta dagîrkerên Kurdistanê bicih tîne
Serdar Şerîf diyar kir jî, Daxuyaniyên niha yên berpirsên PKKê nîşana wê yekê didin, PKK ecindeyên dagîrkerên Kurdistanê û aliyên din yên li dijî Herêma Kurdistanê bicih tînin û PKK bûye cibicîkarê encendeyên dewletîn herêmê û Bi taybet ecindeyên Îranê, ta ku şerek li herêmê derkeve û Herêma Kurdistanê neçe baskê hevpeymaniya ku Amerîka dixwaze li dijî Îranê pêk bîne.
Got jî: PKK bi şanazî xwe nîşan dide ku li dijî ferehbûna desthilat, cibicîbûna aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye. Herwiha dewleta navendî ya Iraqê û Heşda Şeibî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û bi taybet li Şingalê piştevaniyê li PKKê dikin, da ku li dijî Herêma Kurdistanê bikar bînin.
Da zanîn jî, dewleta Iraqê esmanê xwe li pêş firokeyên Tirkiyê vekiriye, ta ku êrîşî ser binkeyên PKKê bike û hejmarek ji berpirsên PKKê hatin kuştin. PKK jî tengav bûye û xwe nêzîkî bajarên Herêma Kurdistanê dike, ta ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe têk bide.
Amaje bi Rojavayê Kurdistanê kir û got: PKK li Rojavayê Kurdistanê partiyeke desthilatdar e û rê nade ti aliyên din ên siyasî ti çalakiyeke siyasî bikin û beşdarî rêvebirina siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bibin, li hemberê jî li Herêma Kurdistanê hewl dide destêwerdana siyasî bike û partî û aliyên siyas ava bike.
Serdar Şeîf diyar kir jî: PKK li Şingalê hêzê û partî durist kirine û bûye sedema ku têkçûna civaka Kurdî ya Êzidî. Di vê derbarê de û bi hilbijartin mîrê nû yê Êzidiyan re, erkeke mezin li ser milê wî ye û heger wek mîrekî rûhanî y Êzidiyan tê pejirandin, divê ew fetweyeke Êzidiyane derbike ku xelkê Şingalê û Êzidî ji PKKê dûr bikevin. Ji ber ku PKK Şingalê wek binkeyeke xwe stratejîk bikar tîne û bihaneyê jî dide dewleta Tirkiyê êrîşî ser Şingal û Herêma Kurdistanê bike. Herwiha PKK dixwaze jî Êzidiyan ji netewa Kurdî jî dûr bixe û bike beşek ji Iraqê.
K24
