• Friday, 13 February 2026
logo

NY: PKK zarokan çekdar dike!

NY: PKK zarokan çekdar dike!
Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) di raporta xwe ya salane de, partî û grubên çekdar ên ser bi PKKê bi çekdar kirina zarokan tometbar kir.

Di raporta roja 27.07.2019ê de sekreterê giştî yê NYê Antonio Gutteres ku radestî Encûmena Asayîşa Navnetewî kiriye de tê gotin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 38 dibistan û binkeyên tenduristiyê li rojavayê Kurdistanê wek binkeyên çekdarî û depoyên çek bikartînin.

Raportê de amaje bi wê yekê tê kirin ku YPG baskekî leşkerî yê PKKê ye û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) jî ku hêza serekî ya wê pêkhateyê ye, sala 2018ê de 313 zarokên bin temenê 15 salî de çekdar kiriye.

NY, Encûmena Asayîşa Navnetewî agahdar kiriye ku di vê salê de li temamê Sûriyê, grub û milîsên çekdar li Sûriyê bi YPGê û HSDê ve bi giştî 806 zarok çekdar kirine.

Basnews
Top