• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mîrê nû yê Êzidiyan kir

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mîrê nû yê Êzidiyan kir
dibêje Êzidî beşeke resen ji netewa Kurdin
Bi boneya destnîşankirina Mîrê Kurdên Êzidî, Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir ku eve jî naveroka wê ye:

Mîrê Êzidiyan birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg,

Silav û rêz

Bi boneya destnîşankirina ya weke Mîrê Êzidiyan, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û hemû xuşk û birayên Kurdên Êzidî dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.

Kurdên Êzidî, pêkhateke resenê neteweya Kurd û gelê Kurdistanê ne û hêvîdarim li erkê xwe yê nû da bi baştirîn awayî xizmeta wan xuşk û birayên me bikin û em jî hevkar û piştevanê we dibîn.

Mesûd Barzanî

27.07.2019
Top