Ofîsa Necmedîn Kerîm: Hewla paqijiya Kerkûkê ji cehş û xiyanetkaran em didin!
Li gor daxuyaniya ofîsa Necmedîn Kerîm ragehandiye, piştî pejirandina yasaya helbijartina encûmena parêzgehên Iraqê ji aliyê encûmena nûnerên Iraqê ve, ‘’Çend medyayên sîber û darûdeste û amûr û qirêj xwarên Rifet Ebdula û beşek din ên xiyanetkarên 16ê cotmehê dest bi propagandaya rewş û daxuyaniyên nerast li dijî Necmedîn Kerîm kirine.
Ofîsa parêzgerê rewa yê Kerkûkê dibêje: ‘’Her gawekî, rûyê reş ê kirêt ê vê grubê yê rasteqîn tiştên bê bingeh, raport û nûçeyên berevajî belav dikin, ji ber wê ji vêderê ve em radigehînin ku ew grub ew in ku rêveberiya xiyaneta 16ê cotmehê kirin û nêzîkî sedî 51 axa Kurdistanê radestî neyar û dagirkeran kirin. Naha bo veşartina wê xiyaneta xwe û spî kirina rûyê xwe yê reş nûçeyên bê bingeh û dûr ji rastiyê belav dikin.’’
Herwaha hat got: ‘’Rûniştvanên bajarê Kerkûkê yên serbilind û Kurdistan bi giştî, pir hişyar û têgeheştî ne û ti baweriya wan bi xiyanetkaran û xwefiroşan nemaye. Bendewariyên me hene ku rojek bê hemû ew kesên ku xiyanet li netew û bajar kirine radestî dadgeha gel bên kirin û bigehin cezayên xwe.’’
Ofîsa Necmedîn Kerîm hemwelatiyan jî piştrast dike ku karên xwe berdewam dibin û ‘’Propagandayên wê gruba xiyanetkar’’ ti bandorekî li wan nake, ji ber zêdetir hewldanên xwe dê bidin bo paqij kirina Kerkûkê ji cehş û xiyanetkar û xwe firoşan.
Basnews
