• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Êzdiyên cîhanê kir!

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Êzdiyên cîhanê kir!
Bi boneya destnîşan kirina Mîrê Êzdiyan ê nû yê cîhanê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekî ve pîrozbahî li Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî waha ye:

Rêzdar mîr Hazim Tehsîn Beg!

Mîrê êzdîyan

Slav û rêz..

Bi helkeftina destinîşankirna hewe wek mîrê êzdîyan, bi germî pîrozbahiyê li hewe û hemî êzdîyan dikem, hêvîya serkeftinê di erk û berpirsyarîya hewe ya nû da bo hewe dixwazm.

Hûn di demekê de vê erk û berpirsyarîya mezin heldigrin ku hêşta hejmareka mezin a xuşk û birayên me yên êzdî di kempên awareyîda dijîn û nikarn vegerne ser cih û warên xwe. Erk û berpirsyarîya hewe ya girane û em hemû pêkve hewceyî hevkarîya hevdune daku bikarîn hindekê ji barê giran ê êzdîyan sivik bkeyn.

Hewe piştrast dikem ku wek herdem em dê hemû hewla deyin daku bi her awayekê bikarîn piştevan bîn û harîkarîya xuşk û brayên xwe yên êzdî bikeyn. Hindî êzdîyek bi tenê jî li her derekê revandî mabît, çi pêwîste em dê keyn bo vegerandna wan, herwisa dê hemû hewla deyn bo avedan kirin û vegerandna jiyanê bo deverên êzdîyan daku bikarn bi serfirazî vegerine ser cih û warên xwe.

Careka dî jî hewe yên rêzdar û hemû xuşk û birayên êzdî û pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikeyn ku herêma Kurdistanê dê her mînît warê pêkvejiyanê, pir rengiyê, aştiyê û hevdu qebûl kirinê bo hemûyan.

Dûbare mîratîya hewe pîroz bît, her serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

27/7/2019
Top