• Friday, 13 February 2026
logo

Li Merîwanê endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin

Li Merîwanê endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di şerekê de li navçeya Sewlawa ya Merîwanê, endamekî Supaya Pasdaran hatiye kuştin.



Roja derbasbûyî, grûpeke çekdar li gel Supaya Pasdaran li navçeya Sewlawa ya Merîwanê rastî êrîşî hat. Di encamê de endamekî Supaya Pasdaran bi navê Seyd Hadî Ucaq hate kuştin.



Supaya Pasdaran a Îranê dibêje, hejmarek kes ji wê girûpa çekdar jî hatine kuştin, lê ti nav û zanyariyek li ser wan belav nekiriye.



Supaya Pasdaran ragihand ku ew girûpa çekdar, serbi hêzên diijberî Komara Îslamî bûye.



Pasdarê hatiye kuştin jî xelkê bajarê Qurwe yê serbi parêzgeha Sine ye.



Heya niha tu aliyeke Rojhilatê Kurdistanê ew êrîş negirtiye stûyê xwe.



Rudaw
Top