• Friday, 13 February 2026
logo

“Tirkiye êrîş bike jiyana 100 hezar Kiristiyanî dikeve metirsiyê”

“Tirkiye êrîş bike jiyana 100 hezar Kiristiyanî dikeve metirsiyê”
dibêje êrîş hebe emê berxwedaneke bê hepma bimeşînin
Piştî ku duhê Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di gotareke din ya xwe de dubare gef li Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand ku encama diyaloga Tirkiye û Amerîkayê ya bo ava kirina navçeya aram çi bi bila bibe vê Tirkiye her êrîşî ser Rojavayê bike û rê nede tiştek liwir hebe( Erdogan got rê nadin kirîdora terorê hebe).

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî diyar kir ku em agahdarî lêv û tevgerên artêşa Tirkiyeyê ne û dizanin ku hêz dişîne ser sînorên Rojavayê.

Hesen herwiha diyar kir ku li cem me rêya herî baş bo çareser kirina kêşeyên herêmê diyaloge lê belê eger êrîşî ser me were kirin vê demê em jî berxwedaneke mezin bidin meşandin.

K24
Top