Mîrê nû yê êzîdiyan Mîr Hazim Beg bi fermî dest bi mîratiyê kir
Îro danê sibê li perestgeha Laliş, mîrê nû yê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, kuçend roj berê ji aliyê Encumena Ruhanî ya Êzîdiyan ve wek mîrê nû hatibû destnîşankirin, di merasimeka fermî de sûnd xwar û dest bi mîratiyê kir.
Mîr Hazim Tehsîn Beg, ku kurê mîrê berê yê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg e, piştî ku sûnd xwar, ragihand, ewê bibe xizmetkarê gelê xwe.
Mîr Hazim behsa koçberên êzîdî jî kir û ragihand, ewê bi alîkariya hikûmetên Kurdistan û Iraqê Şingalê avedan bikin û hewl bidin koçberên êzîdî vegerînin ser cih û warê wan.
Mîrê nû yê êzîdiyan spasiya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî kir ku piştevaniya wî û êzîdiyan kirine.
Mîr Hazim Tehsîn Beg spasiya hêzên Pêşmerge û çekdarên êzîdî jî kir ku çiyayê Şingalê û Laliş parastine.
Di merasimê de navê wekîlên mîrê êzîdiyan, ku sê kes in, jî hat xwandin: Şêrzad Farûq Beg, Herman Mîrza Beg û Kamîran Xeyrî Beg.
Mîr Hazim Tehsîn Beg sala 1963 li nahiya Baedrê ya Duhokê ji dayîk bûye. Ew ji sala 1989 ve wekîlê Mîr Tehsînê bavê xwe bû.
Mîr Tehsîn Beg, ku 75 salan mîratiya êzîdiyan kir, îsal zivistanê wefat kir.
Basnews
