• Friday, 13 February 2026
logo

NY: Di sê mehan de bêtir ji 400 hezar kes ji bakurê rojavayê Sûriyê aware bûne

NY: Di sê mehan de bêtir ji 400 hezar kes ji bakurê rojavayê Sûriyê aware bûne
Netewên Yekbûyî raghand, di dema sê mehan de bêtir ji 400 hezar kes ji bakurê rojavayê Sûriyê aware bûne.

Berpirsê karubarên mirovî di Netewên Yekbûyî de Deyvêd Swanson, îro raghand, ji ber tundibûna operasyonên li bakurê rojavayê Sûriyê bêtir ji 400 hezar kes awarebûn. Bi gotna wî pranya kesên ku awarebûne berev parêzgeha Idilbê ve çûne û hejmareke kêm ji wan berê xwe dane parêzgeha Helebê.

Wî berpirsê Netewên Yekbûyî got jî, ku jî ji dawîya Nîsanê ve heya neha 39 êrîş li ser navendên tendirustiyê hatîne encamdan û ev êrîş jî ji alyê wan ve hatêne belgekirin.

Li alîk din, Komisyona mafên Mirovan di Netewên yekbûyî de raghand, li deh rojên dawîyê, nêzîkî 103 welatîyên sivîl di operasyonên li bakurê rojavayê Sûriyê de hatine kuştin ku 26 ji wan zarokin.

K24
Top