• Friday, 13 February 2026
logo

Xelkê gundekî Başûr: PKKê em ji xwe re kirine mertal!

Xelkê gundekî Başûr: PKKê em ji xwe re kirine mertal!
Xelkê gundekî Başûrê Kurdistanê ji ber hebûna çekdarên PKKê li devera xwe û êrişên firokeyên Tirkiyê nîgeran in û daxwaz dikin gundê wan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve were parastin.

Xelkê gundê Gelale yê Başûrê Kurdistanê, ku li devera Şarbajêr ya Silêmaniyê ye, di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, nîgeranî û acizbûna xwe ji hebûna çekdarên PKKê li devera xwe û metirsiya êrişên Tirkiyê li ser gundê xwe anîne ziman û daxwaz kirine, çareyek ji wê yekê re were dîtin.

Xelkê gundê Gelale dibêjin, beşek mezin ji kanî û çavkaniyên ava gundê wan ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye qorixkirin û çekdarên PKKê gelekî “bê şermane” bi kesên bi temen yên gundî re reftar dikin.

Bi gotina xelkê gundî, çekdarên PKKê dora gundê wan girtine û ew kirine mertal ji xwe re!

Xelkê gundê Gelale, ku piraniya wan endam û alîgirên YNKê ne, daxwaz ji YNKê dikin gundê wan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve were parastin.

Qaymeqamê bajarokê Mawet yê Silêmaniyê, Kameran Hesen li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ew daxuyaniya ji aliyê tevahiya xelkê gund ve nehatiye nivîsandin û heta niha bi fermî gilî jî nekirine.

Kameran Hesen her wiha got, rast e çekdarên PKKê li wê deverê hene lê neketine nav gund. Eger gilî û şikayetên wan gihîştin me, emê jî bikevin hereketê.



Basnews
Top