Ji ber yasaya nû gelek kurdên Kerkûkê nikarin deng bidin
Li gor vê yasayê her kesek ku forma wî ya xorakê û nasnameya wî li parêzgehekê nehatibin derxistin, ji mafê dengdanê bêpar dibin, û bi wê ykeê jî hejmareke mezin ji awareyên Kurd ên Kerkûkê ku li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dijîn, nikarin di hilbijartina bihê de deng bidin, ji ber forma xorakê ya wan kesan ji Kerkûkê ye û nasnameya wan ji bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ye.
Parlamenterekî Iraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, tevahiya frakisyonên Parlmentoya Iraqê agahdarî wê birgeha taybet bi hûrbîniyê li forma xurek û nasnameyê bûn, di nav yasaya encûmenên parêzgehan de, tevî wê yekê jî deng bi vê yasayê hat dayîn.
Mihemed Emîn Faris dibêje, eger hejmarek ji koçberên Kerkûkê û hin parêzgehên Iraqê ji mafê dengdanê bêpar bibin, wê demê Komsiyona Hilbuijartinên Iraqê dikare li gorî desthilata xwe rêçareyekê bibîne.
Bi gotina, Mihemed Emîn Faris, ji bo egerên wisa yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehan, hejmarek desthilat daye komîsyona bilind a hilbijartinan.
Di sedema desthilatdariya Beisê de, hejmareke mezin ji Kurdan ji Kerkûk û Neynewayê (Mûsil) hatin derxistin û Ereb li cihên wan hatin nîştecihkirin, herwiha hejmareke din ji Kurdan ji ber fişarên hikûmetê ew navçe bi cih hîştin û li bajarên din ên Herêma Kurdistanê bicih bûn. Forma xorakê û nasnameyên wan malbatan ne li cihekî ye.
Cîgirê serokê komisyona Hilbijartinan, Rizgar Hacî Heme ji Rûdawê re ragihand, heya niha hûrbînî di tomara dengderan de nehatiye kirin, lê ew hewil didin ku tevahiya welatiyên Iraqê bikaribin deng bidin.
Rizgar Hacî Heme da xuyakirin, her dema ku hûrbînî temam dibe, derdikeve ku mafê dengdanê yên çend kesan nabe.
Rizgar Hacî Heme got, ew hewl didin di çarçoveya destilhata xwe de, ku tevahiya welatiyên Iraqê bikaribin deng bidin û Kerkûk jî ji parêzgehên din nehatiye cudakirin, lewra li tevahiya parêzgehan dê hûrbînî di tomara dengderan de bê kirin.
Roja 22ê vê mehê Parlamentoya Iraqê pêdeçûn bi yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehan kir û li gor sererastkirina yasayê, dê di 1ê Nîsana 2020an de li tevahiya parêzgehên Iraqê, Kerkûk jî di nav de, hilbijartin birêve biçe.
Rudaw
