• Friday, 13 February 2026
logo

PAK: Em ti carî dest ji Kurdistanê bernadin

PAK: Em ti carî dest ji Kurdistanê bernadin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand, hebûna Kurdistanê rastiyeka dîrokî ye ji ber wê jî ew peyva “Kurdistanê” ji nav navê partiya xwe dernaxin.

Dewleta Tirkiyê dixwaze sê partiyên Kurdistanî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê (PSK) û Partiya Komunîst ya Kurdistanê (KKP), bi behaneya ku peyva “Kurdistanê” di nav navê wan de heye, bide girtin.

Ew dosya niha li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê ye. PAKê parêznameyek bo wê dadgehê şandiye û ragihandiye, hebûna kurd û Kurdistanê rastiyeke dîrokî ye û ew ti carî dest ji navê Kurdistanê bernadin.

Di parêznameyê de, ev yek jî hatiye gotin ku di tomarên fermî yên serdema Osmaniyan de, yên di navbera salên 1847 – 1867 de, peyva Kurdistanê, wek “Eyaleta Kurdistan” hatiye bikaranîn. Piştre li nav Parlementoya Tirkiyê û ji aliyê rayedarên wî welatî ve jî hatiye bikaranîn. Ji ber wê jî navê Kurdistanê nabe sebeba girtina partiyên siyasî.

Rudaw
Top