• Friday, 13 February 2026
logo

Kirîza navbera Amerîka û Tirkiye û egera daxistina Încîrlîkê

Kirîza navbera Amerîka û Tirkiye û egera daxistina Încîrlîkê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê da xuya kirin, heta ew firokeyên xwe yên şer dirust bikin, dibe ku ji hin welatên din, firokeyan werbigrin û ger gavên Emerîkayê yên dijminan e li hember wan berdewam bin, dê ew jî, di warê baregehên Încîrlîk û Kurecîkê de gavan biavêjin. Pispor jî dibêjin, di sîstemên parastina hewayî de, derbasbûna cûreyekî nû yên firokeyan ne hêsan e, meseleya baregeha Încîrlîkê jî, ne meseleyekî wisaye, ku bigihîje heta asta girtinê.

Di navbera Tirkiye û Emerîka de gengeşiya ser mûşekên S-400an berdewam e. Piştî ku Tirkiyeyê mûşekên S-400an ji Rûsyayê kirîbû Emerîkayê ragihandibû dê Tirkiyeyê ji projeya f-35an werê derxistin û pîştî radestîkirina mûşekên S-400an Washingtonê biryar girt ku Tirkiye ji projeya F-35an bê derxistin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çawişoglu jî bertek nîşanî vê biryarê dabû û daxuyand bû heta ew firokeyên xwe yên şer dirust bikin dibe ku ji hin welatên din firokeyan werbigrin. Herî dawî jî kompanyaya ku hilberîna firokeyên F-35an dike Lockheed Martin ragihand ku ew plan dikin ku Tirkiyeyê di Adara sala 2020an de ji xeleka hilberîna F35an derbixin.

Prof. Dr. İlhan Ûzgel jî derbarê daxuyaniyên Çawişoglu yên ser F-35an amaje dike Ku di vê rewş û heyamê de gelek alternetîfên Tirkiyeyê tune ne ku ji hin welatên din firokeyên F35an bikire.

Prof. Dr.Îlhan Ûzgel - akademîsyen ( beşa têkiliyên navneteweyî), got: "Destê Tirkiyeyê de alternatîfekî zêde tune ye. Çimkî Tirkiye endamê projeya F-35an bû û sîstemên parastina hewayî de derbasbûna cûreyekî nû yên firokeyan wisa ne hêsan e. Dê maliyeta wê ya teknîk gelekî giran be. Di dema ku em tê de ne, niha wekî firokeyên F-35an, firokeyekî teknolojîk tuneye ku li şûna wê ve werê bi kar anîn. Modelekî Rûsan heye lê ew jî hêj di asta plan û projeyê de ye. Bovê yekê ev gotin gelekî rastiyê nîşan nadin."

Li aliyê din mijarekî din ku hate rojevê jî mijara baregeha Încîrlîka Tirkiyeyê ku Mevlûd Çawişoglu ragihandbû ku ger gavên Emerîkayê yên dijminane li hember me berdewam bin ger baregeha Încîrlîkê an Kurecîkê be emê jî gavan biavêjin. Gelo Tirkiye di warê Încîrlîkê de dikare çi gavan biavêje û gavên wisa dê bandoreke çawa ser endamtiya Tirkiyeyê ya NATOyê bike?

Prof. Dr. Huseyîn Bagcı - pisporê têkiliyên navneteweyî&akademîsyen, dibêje: "Gengeşiya di navbera Tirkiye û Emerîkayê ne meseleyekî wisaye ku niha bigihîje heta girtina baregeha Încîrlîkê. Tirkiyeyê di heyamên borî de Încîrlîk girt û girtina wê ne tiştekî nû ye. Di heyamên Suleyman Demîrel û

Bulent Ecevît de hate girtin lê di serdema Ak Partiyê de nehate girtin. Ez bawer nakim ku Încîrlîk werê girtin û bo vê yekê dê derxistina Tirkiyeyê bo endamtiya NATOyê jî neyê rojevê."

Herwiha pispor radigihînin Tirkiye baregeha xwe ya Încîrlîkê nikarê bi temamî bigre û jixwe Emerîka beşekî baregehê bi kar tîne lê dikarê beşa bo firokeyên Emerîkayê bigre. Pispor dibêjin di rewşa niha ya Tirkiyeyê de jî ev yek ne hêsan e û tiştekî wisa bibe jî dê Washîngton bertekên tundtir nîşanî Tirkiyeyê bide ku zêdetir ser aboriya welatan re gefan li wan dixwe.

K24
Top