• Friday, 13 February 2026
logo

Piranî xelkê Tirkiyê piştgiriya biryara dersînorkirina koçberan dikin

Piranî xelkê Tirkiyê piştgiriya biryara dersînorkirina koçberan dikin
Biryara Hikûmeta Tirkiyê ya li ser koçberan ku yên nehatine qeydkirin dê bên dersînorkirin li nav civata wî welatî dibe sedema reaksiyonên cuda. Piranî xelkê Tirkiyê piştgiriya biryara dersînorkirina koçberan dikin lê hinek kes jî ji ber berdewamiya şer dersînorkirina koçberan xelet dibînin. Koçberên Sûrî jî ji ber biryara dersînorkirinê metirsîdar in.

Li gor ragihandina biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bo koçberan ew kesên ku li vî welatî qeyda wan nîn e dê bên dersînorkirin, yên ku qeyda wan jî li kîjan bajarê be dê bên şandin bo wî bajarî.

Li nav koçberan zêdetir kesên Sûrî hene ku wek fermî hejmara wan ji zêdeyî 3 milyon û 500 hezar kes tên destnîşankirin. Piraniya wan jî bi hinceta derfeta kar û perwerdehiyê baş in berê xwe didin Stenbolê ku li vî bajarî 547 hezar Sûrî hene lê ligel yên neqeydkirî ev hejmar hin zêdetir dibe.

Li nav xelkê Tirkiyê der barê polîtîka ya li ser penaberan de nêrînên cuda hene. Hinek kes daxwaza şandina koçberên Sûrî dikin lê hinek kes rexne li biryara hikûmetê digirin.

Gokhan Aytar-welatiyê Tirkiyê, got: Bi ya min bila kesên Sûrî biçin welatê xwe. Çimkî li Stenbolê aramî û asayîşa me xera dikin.

Mustafa Tutuş-welatiyê Tirkiyê, got: Dersînorkirina kesên Sûrî biryareke rast e, çimkî Sûrî xelkê vêderê nîn in, bila biçin welatê xwe. Li vir ji ber kesên Sûrî em nikarin kar peyde bikin.

Medîne Karabulut-welatiya Tirkiyê, dibêje: Ez naxwazim li welatê me Sûrî bijîn. Jixwe feqîr û xizanên me zêde ne niha tevî koçberan barê me girantir dibe.

Mehmet Cincik-welatiyê Tirkiyê, dibêje: Bila neşînin, yên ku dixebitin xweytiya mala xwe dikin bila bimînin lê tenê yên karê kirêt dikin bila bişînin Sûriyê.

Cîhan Kasimoglu-welatiyê Tirkiyê, got: Nexêr bila neşînin, niha penaberan dersînor dikin lê li Sûriyê şer heye evqas însan ji şer reviyan e niha hûn dikin bişînin nav şer. Ev xelet e. Madem we anî Tirkiyê çima niha dişinin? Ka we digot em misilman in.?

Xelkê Sûriyê û yên din ku ji welatên din koçî Tirkiyê kirine der barê biryarê de dilgiran in û di wê baweriyê de ne ku ji ber biryarê jiyana wan dê hîn xerabtir bibe.

Mehdî Davud-xelkê Sûriyê, dibêje: Biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bo penaberan dibe sedema pirsgirêkan. Dibêjin di mehekê de yên neqeydkirî bila bajêr bi cîh bihêlin. Em Sûrî

ji bo kêfê nehatin vêderê. Gelek dostên min hene qeyda dê û bavê wan li bajarekî din e lê ji bo kar ligel malbata xwe hatine Stenbol niha ew ê çawa dê û bavê xwe bihêlin.

Xalid Qeysirya-xelkê Urdun, got: Ev biryara bo penaberan ji bo sîstemeke bi rêk û pêk a qeydkirinê bikeve rewacê û ji bo xelkê vî welatî bo koçberan dê bibe destpêkirina serdemeke nû, hêvîdar im gavên baştir bê avêtin bo koçberan.

Piştî biryara wezaretê, Parêzgeha Stenbolê jî heta 20ê Tebaxê muhlet daye ku koçberên qeydê wan nîn e bajêr biterikin. Li ser vê biryarê li sûk û kolanan kontrola hêzên ewlekariyê yên li ser koçberan zêdetir bû. Ji ber vê gelek koçber newêrin derkevin derva.

K24
Top