Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî bilinda Hikûmeta Iraqê civiya
Her li vê civînê de ku êvariya îro pênçşem 25/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî helwesta birêz Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqa Federal û lîjney bilinda hevbeş ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Federal kir ku hewlên wan bi mebesta çareserkirina kêşeyane û li vî derbarî de palpiştiya xwe ji bo hengavên her dû aliyan nîşan da. her wiha ji bilî tekez kirina li ser karê hevbeş û yektîmî, dûpat kir ku nêrîn û biryara Herêma Kurdistanê peydakirina çareseriyê ye li çarçêweya Iraq û li ser bingeha destûr ku bibê sedema aramî û berev pêşvebirina peywendiya her dû aliyan.
Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi nêrîna Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyan nîşan da û bi kurtî jî li ser civîna îro ya lîjneya bilinda hevbeş ya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û nêrîna Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan, xisterû.
K24
