Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Amade me serdana Tehranê bikim
Mike Pompeo ji medyaya welatê xwe re ragihandiye, ew amade ye serdana Tehranê bike, li gel xelkê Îranê biaxive û ji wan re behsa siaysetên Amerîkayê bike û wan siyasetan ji xelkê re bide zelalkirin.
Pompeo diyar kiriye, eger derfet ji bo serdaneke bi vî awayî çê bibe, ew pêwazî lê dike û tekez kiriye, ew dê kêfxweş bibe ku derbarê berpirsên Îranê de rastiyan ji xelkê Îranê re bêje û ji wan re bêje, ku rayedarên Îranê çi zirarek gihandine xelkê wî welatî.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, egera serdaneke xwe ya bo Tehranê bi serdanên Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewaz Zerîf bo New Yorkê şibihand, ku li New Yorkê ji medyayên amerîkî re diaxive.
Di heyamên derbasbûyî de, Mihemed Cewad Zerîf ji bo beşdarîkirina di civîna Komeleya Civakî û Aborî ya Netewên Yekgirtî serdana New Yorkê kiribû.
Tevî ku hikûmeta Amerîkayê, hatinûçûna Zerîf li New Yorkê gelek sînordar kiribûn û tenê dikarî serdana sêcihên baregeha Netewên Yekgirtî, Ofîsa Nûneratiya Îranê li NY û Firokexaneya John F. Kenedy bike, lê belê Wezîrê Derve Îranê li ofîsa nûneratiya Îranê çend çapêkevtin li gel medyayên Amerîkayê pêk anîbû.
Rudaw
