Mesrûr Barzanî û şanda Hikûmeta Iraqê civîyan
Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, her yek ji Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenav di civînê de beşdar in.
Di civînê de gotûbêj li ser pirsên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê tê kirin.
Serdana vê şandê piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Bexdayê re tê, ku bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re rêkeftibû ku çend komîte bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest bi guftûgoyan bikin.
Waar.tv
