Şaxewan Ebdulla: Proseya erebkirina Kerkûkê bê navber berdewam e
Şaxewan Ebdula, dibêje heta wê proseya destnîşankirina berbijêrê bo parêzgariya Kerkûkê, rêyeke baş hatiye derbaskirin û wiha pê de diçe: “Proseya erebkirina Kerkûkê li gor daneyên îstatîstîkî yên sala 1957an û ji aliyê hemû wan hikûmetên piştî wê demê ve hatiye pêkanîn. Taybetî jî ji Şoreşa Îlonê heta sala 2003an. Wê proseyê heta vegera Kurdan û rûxandina rejîma Sedam Husên berdewam kir.”
Endamê Parlamentoya Iraqê yê ser bi Fraksîyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve yê berê Şaxewan Ebdula, derbarê rewşa Kerkûkê û xebatên tên kirin de, bersiva pirsên Rûdawê da.
Hewldanên aliyên Kurdî yên ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê gihiştine kîjan astê?
Ji bo ku rewşa Kerkûkê aram bibe ev bi mehan e hewldan berdewam dikin. Heta wê dema nîşandana berbijêrekê bo parêzgeriya Kerkûkê me rêyek baş derbas kir. Heta ragihandina berbirêjê parêzgeriyê bi awayekî fermî, rûniştin hatine paşxistin.
Lêbelê dawiya vê heftiyê kombûnên me dê destpê dikin. Me bi çareserkirina pirsgirêkên ku hatibûn sekinandin dest pê kir. Di gelek mijarên siyasî de lihevkirin pêk hat. Hinek kêşeyên siyasî yên biçûk hene li gel Ereb û Tirkmenan ku dive bên çareserkirin. Di civînên bê de em hêvîdar in ku ew kêşe jî bên çareserkirin. Hewldanên me berdewam dikin. Em hêvîdar in ku bi rêyên yasayî û demokratîk lihevkinekê pêk bînin.
Proseya bicihkirina wan erebên koçber ên ji herêmên navîn û başûrê Iraqê li Kerkûkê berdewam dike?
Proseya erebkirina Kerkûkê li gor daneyên îstatîstîkî yên sala 1957an û ji aliyê hemû wan hikûmetên piştî wê demê ve hate pêkanîn. Taybetî jî ji Şoreşa Îlonê heta sala 2003an. Wê proseyê heta vegera Kurdan û rûxandina rejîma Sedam Husên berdewam kir.
Ji wê heyamê heta niha amadekirina madeya 140ê, xebatên ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê û meseleya erebên hawirde û vegera Kurdan bo Kerkûkê bi hevkariyê pêk hat. Ew xebatên ku ji bo bicîkirina madeya 140ê heta niha encamek nedaye û proseyeke dirêj li pêşiya me heye ku dive em derbas bikin.
Piştî wê hevdîtina me ya li gel Hadî Amîrî ya weke şanda guftugoyan, min ji bo Komîsyona Madeya 140ê daxwaza terxankirina bûdceyekê kir. Divê dest bi vê proseyê bê kirin. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ji gelek aliyan ve polîtîkayên erebkirinê bê navber hatine destpêkirin. Di warên îdarî, ax, bicihkirina kesên ji derve li Kerkûkê, hawirdekirina nifûsê, veguhastina formên xwarinê bo Kerkûkê û di gelek warên din de polîtîkayên erebkirinê berdewam dikin.
Ji bo çawaniya rêlibergirtina van kiryaran, me civîn pêkanîn. Di wê civîna sererastkirina Yasaya Encûmena Parêzgehê de, me li ser avakirina mekanîzmayekê bi hevakriya li gel komîsyonê gotûbêj pêkanîn. Formên xwarinê yên li wan herêmên di çarçoveya madeya 140ê de, li gor wê madeyê pêk tên. Jibilî wê, şopandin an pêkanîna rêyeke din deryasayî ye.
Ev dê çawa bên destnîşankirin?
Heta sala 2013an vê proseyê berdewam kir. Piştî sala 2013an prosedûr hemû di çarçoveya madeya 140ê de hat pêkanîn. Wate, ne Kurd û ne jî ereb dikarin vegerin. Ji bo Kurdan jî formên xwarinê hatiye sekinandin.
Di mijara sekinandina formên xwarinê de heta cîbicîkirina madeya 140ê lihevkirin pêk hatiye. Wê demê rewşa Kerkûkê jî dê ber bi asayîbûnê ve biçe.
Di vê çarçoveyê de weke du nûnerên Kurd di civîna li gel nûnerên me yên li Parlamentoya Iraqê de, ji bo ku ne Kurd û ne jî pêkhateyên din ên li bajêr di dema pêkanîna benda 12ê de ziyanê nebînin, me hevdîtin li gel fraksiyonên PDK û YNKê encam dan û em bi wê hatin erkdarkirin ku di dema guhertina wê yasayê de Kurd rastî ziyanekê neyên.
Pêwîst e benda 12 a madeya 35ê bi ti awayî neyê guhertin. Li gel vê me ji aliyan re ragihand ku eger hilbijartin pêk were ew amade ne ji bo destpêkirina her xebateke bo çaksaziyan. Mercekî din jî yê me ji wan re ragihandiye ew e ku beriya hilbijartina Encûmena Parêzgehê rewş bê asayîkirin.
Hêj mekanîzmeyek jî nehatiye avakirin bo serjimariya wan kesên ku piştî 2013 bo Kerkûkê hatine veguhastin û beşdarî hilbijartinan nebin.
Mekanîzmayên ku di yasayan de hatine qebûlkirin, derxistina holê ya wan gefên erebkirina Kerkûkê ne. Beriya 16ê Cotmehê jî li Kerkûkê nêzikî 500 hezar erebên ji herêmên din hebûn lêbelê ne gef bûn ji ber ku forma xwarinê û destûra mayînê bi awayekî fermî ji wan re nehatibû dayîn.
Lêbelê niha ew kesên di vê rewşê de ku belge jî di destê me de hene, li Kerkûkê hatine tomarkirin û nasnameyên wan jî hatine guhertin. Ev herdu rewş jî, biryara Encûmena Wezîran heye ku rê neyê dayîn bo tomarkirin û guhertina nifûsê li Kerkûkê.
Li pişt erebkirinê kî hene?
Di rêza yekem de Rakan Cuburî heye. Ji ber ku forma xwarinê û guhertina nasnameyan di desthilata parêzger de ye û piştre qaymeqam û Rêveberiya Forma Xwarinê. Ev sê sazî jî niha di destê wan de ne.
Ev hemû kiryar jî deryasayî ne û li dijî destûrê ne. Em li gel komîsyonê jî axivîn ku daneyên 2013an û hilbijartinên 2014an li ber çav bên girtin. Li gel vê yên ku temenê xwe yê 18 saliyê temamkirine dikevin nav wê çarçovê.
Em hewl didin rê li ber bigirin ku ev gef negihijin asta bikaranîna dengan jî. Jibilî hilbijartina 2020an, pêkanîna serjimariyê jî li pêşiya me ye. Divê di proseya pêkanîna serjimariyê de madeya 140 bê bicihkirin. Pêwîst e ev di zûtir dem de bê kirin. Ji ber ku di destnîşankirina netewê de serjimarî ji wan daneyan e ku xwedî girîngiyekê ye.
Benda yekem a madeya 140ê ne tenê têkildarî vegera koçberan e, derbarê wan herêmên ku bi mebesta erebkirinê bi hinek herêmên din ve hatine girêdan in jî. Bo nimûne, Xûrmatû bi ser Selahadînê, Kifrî bi ser Diyala û Çemçemal jî bi ser Silêmaniyê ve ye û divê hewl bê dayîn ku serjimarî jî li ser Kerkûkê bê kirin.
Bi destpêkirina kar a parêzgerê nû yê Kerkûkê, cotyarên Kurd dê vegerin ser erdê xwe?
Cotyarên me li ser ax û malên xwe ne. Lêbelê ji aliyê hinek grûpên leşkerî ve bo wan kêşe tên dirûstkirin.
Ev çend roj in ez li gel Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê û Fermandariya Hêzên Bejahî ya Iraqê hevdîtinan pêk tînim. Derbarê erkdarkirina hejmareke kesên xwedî hişmendiya Beas li wan sînoran, em li gel birêz Osman Ganim civiyan.
Par dema ku ez Endamê Komîsyona Ewlekarî û Bergiriyê bûm, Albay Huseyîn ê ser bi Polîsê Federal ve bi biryara Wezareta Navxwe bo Kerkûkê hat tayînkirin.
Bi ketina Baesiyan bo wan herêman rûdana pirsgirêkan dest pê kir. Niha jî Fermandarê Operasyonan a Kerkûkê Seîd Herbî û kesê bi nave Welae yê ser bi Lîwaya Îstîxbaratê, gefên cidî ne li ser pêkvejiyanê.
Ji ber ku ez vê yekê venaşêrim; Li Bexdayê li gel Ereb û Tirkmenan divê di demek kurt de ji bo ku ew ax radestî xwediyên wan ên resen bin, pêwîst e ew ereb bên qerebûkirin. Ev tê wê wateyê ku ev piştî rêkeftina me li wan deran hatine bicihkirin û ew rêkeftin hatiye binpêkirin. Ji bo ku em di vê mijarê de bigihijin encamekê em li meydanê ne.
Rudaw
