Hikûmeta Tirkiyê: Li Şirnexê 5 çekdarên PKKê teslîm bûn
Wezareta Hundir ya Tirkiyê îro ragihand, li Şirnexê 5 çekdarên PKKê teslîmî hêzên Tirkiyê bûne.
Li gorî agahiyên wê wezaretê, di nav wan de berpirsek jî heye ku beriya niha bo dîtin, girtin yan jî kuştina wî 300 hezar lîre (derdora 50 hezar dolar) xelat hatibû destnîşankirin.
Agahiyên zêde li ser wan çekdarên PKKê nehatine belavkirin.
Basnews
