• Friday, 13 February 2026
logo

Hikûmeta Tirkiyê: Li Şirnexê 5 çekdarên PKKê teslîm bûn

Hikûmeta Tirkiyê: Li Şirnexê 5 çekdarên PKKê teslîm bûn
Wezareta Hundir ya Tirkiyê ragihand, li herêma Şirnex ya Bakûrê Kurdistanê 5 çekdarên PKKê teslîmî hêzên artêşa wî welatî bûne ku di nav wan de berpirsek jî heye.

Wezareta Hundir ya Tirkiyê îro ragihand, li Şirnexê 5 çekdarên PKKê teslîmî hêzên Tirkiyê bûne.

Li gorî agahiyên wê wezaretê, di nav wan de berpirsek jî heye ku beriya niha bo dîtin, girtin yan jî kuştina wî 300 hezar lîre (derdora 50 hezar dolar) xelat hatibû destnîşankirin.

Agahiyên zêde li ser wan çekdarên PKKê nehatine belavkirin.

Basnews
Top