PKKê destxweşî li encamdana êrişa Hewlêrê kir
Fermadeyê PKKê Bahoz Erdal ji medyaya PKKê re ragihand ku bûyera teqekirina li Hewlêrê wan encam nedaye, lê ew destxweşiyê li kesên ku êriş pêkanîne dikin.
Bahoz Erdan anî ziman ku ji bo ew rastiya bûyerê fêm bikin zû daxuyanî nedane û got: “Têkildarî mijarê destpêkê me daxuyanî neda. Me jî xwest em tevahî rastiyên vê bûyerê fêr bibin. Têkildarî vê bûyerê me hinek lêkolîn kirin. Encama em gihiştinê ev e: Ya yekemîn ev kesê hatiye kuştin Osman Kose dîplomat nîne. Berpirsiyarê MÎTê yê Başûrê Kurdistanê ye. Yanî berpirsiyarê rêxistina xebatên MÎT li hemberî me pêk tîne ye. Êrişa li ser Helmet Xerîb çêbûye wî kesî plan kiriye. Ev çalakî dişibe çalakiyên hinek ciwanên welatparêz.”
Li ser gotina “dibêjin ev çalakî ji aliyê PKKê ve hatiye kirin” Bahoz Erdal wiha axivî: ““Li gor hemû lêkolîn û encamên em gihiştinê ev çalakî çalakiya hinek ciwanên welatparêz e. Weke çalakiya hinek ciwanên bi dildar bi tevgera me ve girêdayî xuya dike. Ji ber çalakiya gerîlayan hêj bi profesyonelî tê kirin. Mînak operasyona Sakîne Cansiz a gerîlayan li hemberî rêveberiya MÎTê li dar xistin, operasyoneke taybet bû. Di vê çalakiyê de jî hinek amatorî hene. Lê her kê kiribe bila siheta wan, destê wan xweş be û mala wan ava be. Em ciwanên welatparêz ên ev çalakî pêk anîne pîroz dikin.”
Roja 17ê vê mehê li xwaringeheke bajarê Hewlêrê, çend kesan teqe li dîplomatekî Tirkiyê kiribû, ku di encama teqekirinê de ew dîplomatê Tirkiyê û welatiyekî din li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û welatiyekî din jî bi giranî birîndar bibû, ku piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Waar.tv
