• Friday, 13 February 2026
logo

Berpirsekî tirk yê PKKê: Heta em hebin Başûr nikare bi azadî bijî!

Berpirsekî tirk yê PKKê: Heta em hebin Başûr nikare bi azadî bijî!
Berpirsekî tirk yê PKKê bi tundî êrişî Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, hetanî ew hebin Başûr nikare bi azadî û rehetî bijî!

Endamê desteya serokatiya PKKê, Duran Kalkan, ku kesekî tirk e, bi tundî êrişî Başûrê Kurdistanê kiriye û gotiye, heger perçeyên din ên Kurdistanê ne azad bin, Başûrê Kurdistanê jî nikare bi azadî bijî!

Duran Kalkan, ku ji ajanseka nêzîkî PKKê re peyiviye, her wiha gotiye, bila kes nebêje “me Başûrê Kurdistanê rizgar kir, bila parçeyên din dûrî me bin û em li vê derê bi rehetî bijîn”. Jiyaneke bi wî rengî nîne. Heta ku li Bakûr, Rojava û Rojhilat Kurd bên qirkirin, dê Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek ne mumkin e. Yan emê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be!





Basnews
Top