• Friday, 13 February 2026
logo

Şanda mekteb siyasiya PDKê serdana Serokwezîrê Kurdistanê kir

Şanda mekteb siyasiya PDKê serdana Serokwezîrê Kurdistanê kir
PDK piştgîriya xwe bo hikûmetê dubare kir
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê bi Serokatiya Sekreterê mekteb siyasî Fazil Mîranî kir.

Di civînê de şanda PDKê piştgîriya xwe bo bernameya hikûmeta nû ya Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya şanda PDKê kir û ragihand ku raste partî di hikûmetê de yekeme lêbelê lazime hikûmet hikûmeta tevahiya welatiyan be û bêyî cudatî xizmeta tevahiya welatiyan bike.

Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir daku hevkariya hikûmeta Kurdistanê bikin.
Top