• Friday, 13 February 2026
logo

Jeffrey û Kalin avakirina herêma ewle guftûgo dikin

Jeffrey û Kalin  avakirina herêma ewle guftûgo dikin
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey îro li ser pirsa avakirina herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê kom dibin.

Li gor zanyariyan, Îbrahîm Kalin û James Jeffrey dê demjimêr 12:00an de kom bibin û avakirina herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê gengeşe bikin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji bo ku gûmanên ewlekariyê yên Tirkiyê ji holê rakin û guftûgoyên egera avakirina herêmeke ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê 2 roj in li Tirkiyê ye û bi Wezîrê Bergîriyê Hulusî Akar û Wezîrê Derve Mewlût Çavuşoglu hevdîtin kiribû.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê jî duh eşkere kiribû, ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Sûriyê xebatên hevbeş ên berpirsên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê destpê kirine.

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çawişoglu jî daxuyandibû, heger Amerîka bi riya dîplomasî çareseriyekê peyda neke, ewê operasyoneke berfireh li ser rojhelatê Firatê pêk bînin.

Pêr û di heman demê de jî şandeke leşkerî ya Amerîkî bi serokatiya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie û Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî William Robak li Kobanî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re hevdîtin pêk anîbû.

Hat gotin jî, duhê şandeke Amerîkî û Fransî jî dûrî kamîreyên ragihandinê li Kobanê bi fermandarên HSDê re civiyabûn


K24
Top