• Friday, 13 February 2026
logo

Mark Esper bû Wezîrê Berevanîya Amerîkayê

Mark Esper bû Wezîrê Berevanîya Amerîkayê
Îşev sêşemê 23-07-2019an Civata Senatoran a Amerîkayê erka Mark Esper ya bo Wezareta Berevanîyê pejirand.

Esper, ku li Civata Senatoran li hember 8 dengan bi 90 deng hat pejirandin, dê sond bixwe û di kabîneya Serok Donald Trump de cîh bigire.

Piştî ku James Mattis karvekişîna xwe ragihandibû Esper li Wezareta Berevanîyê bûbû serkar, lê Trump li şûna wî Cîgirê Wezîrê Berevanîyê Patrich Shanahan bo wezîrîyê kiribû berbijar.

Jiber îdiayên ser tundûtûjîya malbatî yên di medya Amerîkî de, Patrick Shanavan ji berbijarîyê vekişîyabû û Esper careke din ketibû rojevê.

Esper hefteya borî pirsên senatoran bersivandibû. Di bersivan de Esper dîyar kiribû ku ew dixwaze ku hevkarîya Amerîka û welatên din xurttir bike.

Basnews
Top