Rewşa Kendavê ber bi çarenivîsek nediyar ve diçe
Amajeyên daxwaza danûstandinê di navbera Amerîka û Îranê de ber bi gefên pêxistina cengekê hatine guhertin. Di vê derbarê de wezîrê Derve yê Îranê dibêje, eger ceng vêkeve, esteme dawî pê bê.
Piştî firehbûna aloziyan li Kendavê û bûyera destserkirina keştiya petrolê, Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, wiha diyar dibe, ku rêkeftin li gel Îranê zehmet dibe. Trump hişyariyê li ser çûna rewşê bi aliyê şaş ve dide, û dibêje bo asayîkirina rewşê nizane wê çi bike heta bibe.
Donald Trump got: “Bi zelalî, ji bo min gelekî zehmet dibe, ku li gel Îranê bigihêm rêkeftinê, ji ber ew reftarên gelekî xerab dikin, tiştên xerab dibêjin, de ka ji were bibêjim. Wiha diyar dibe bi asanî rewş ber bi arasteyek din ve diçe. Ji aliyê min ve jî çi çê bibe asayî ye.”
Wezîrê Derve yê Îranê ku di her wêstgehekê Amerîkaya Latînî re derbas dibe, sedema aloziyên Kendavê dixe stûyê Amerîkayê. Mihemed Cewad Zerîf li Nîkaragwayê got, Îran li pey şer nagere, lê her aliyek şer destpê bike, dive ew alî dawiyê bi şer bîne.
Wezîrê Derve yê Îran Mihemed Cewad Zerîf wiha axivî: “Destpêkirina şer wiha diyar e gelekî asan be. Lê dawîanîn bi şer estem e. Şer destpê bike, alozî destpê bike, her aliyek cengê vêxîne, wê ne ew alî dawiyê pê bîne. Keştiya Braîtanya ku rê pê hatibû dayîn, nîşane vemirandibû. Bi rêyek şaş ve diçû, selametî û ewlehiya keştiyan li Tengava Hurmuz xistibû metirsiyê, ku em lê berpirsin. Îran li pey rûbirûbûnê nagere. Îran dixwaze peywendiya asayî li gel welatê duyem hebe. Lê divê rêkeftinên navdewletî hevalî bên cîbicîkirin, ne yekalî bin.
Bêhêvîbûna Trump bo lihevkirinê li gel îranê û netirsiya Îranê ji cezayên Washingtonê, hevdem li gel destserkirina keştiya petrolê ya Brîtanyayê li Kendavê, herwiha ragihandina destgîrkirina hijmarek kes ji aliyê îranê ve, ku tê gotin karê sîxuriyê bo Amerîkayê kirine, ku Trump wê tometê bi aliyê herî lawaz ê Îranê ve bi nav dike, rewşa Kendavê ber bi çarenivîsek nediyar ve dibe.
Rudaw
