Akar dilgiraniya Tirkiyê derbarê hevdîtinên Amerîka û HSDê de gihand Jeffrey
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku Akar û Jeffrey civiyane û di civînê li ser wê yekê lihev kirine ku xebatên şandên leşkerî yên herdu welatan derbarê “Devera Aram” de sibe li Wezareta Derve ya Berevaniyê berdewam bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê de tê gotin ku Akar nerehetiya welatê xwe derbarê hevdîtinên rayedarên bilind ên Amerîkayê li Sûriyê ligel berpirsên PYD û HSDê gihandiye şanda Amerîkî.
Li gor daxuyaniyê, di civîna Akar û Jeffrey de, pirsa avakirina Herêma Aram li Rojhilatê Firat û pêşhateyên dawî yên li Sûriyê diqewimin hatine gotûbêjkirin.
Herwiha herdu aliyan li ser wê yekê lihev kirine ku xebatên hevbeş ên şandên leşkerî yên herdu welatan derbarê Devera Aram de sibe li Wezareta Derve ya Berevaniyê berdewam bikin.
Rudaw
