• Friday, 13 February 2026
logo

Akar dilgiraniya Tirkiyê derbarê hevdîtinên ‎ Amerîka û HSDê de gihand Jeffrey

Akar dilgiraniya Tirkiyê derbarê hevdîtinên ‎ Amerîka û HSDê de gihand Jeffrey
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James ‎Jeffrey civiyan.



Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku Akar û Jeffrey civiyane û di civînê li ser wê ‎yekê lihev kirine ku xebatên şandên leşkerî yên herdu welatan derbarê “Devera Aram” de sibe li ‎Wezareta Derve ya Berevaniyê berdewam bikin.‎



Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê de tê gotin ku Akar nerehetiya welatê xwe derbarê hevdîtinên ‎rayedarên bilind ên Amerîkayê li Sûriyê ligel berpirsên PYD û HSDê gihandiye şanda Amerîkî.



Li gor ‎daxuyaniyê, di civîna Akar û Jeffrey de, pirsa avakirina Herêma Aram li Rojhilatê Firat û pêşhateyên ‎dawî yên li Sûriyê diqewimin hatine gotûbêjkirin.‎



Herwiha herdu aliyan li ser wê yekê lihev kirine ku xebatên hevbeş ên şandên leşkerî yên herdu ‎welatan derbarê Devera Aram ‎de sibe li Wezareta Derve ya Berevaniyê berdewam bikin.‎



Rudaw
Top