• Friday, 13 February 2026
logo

Tirkiye: Me bi çekên giran bersiva êrîşa li Serê Kaniyê da

Tirkiye: Me bi çekên giran bersiva êrîşa li Serê Kaniyê da
- Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, hêzên wan bi çekên giran bersiva êrîşa bi roket a bo ser navçeya Serê Kaniyê (Ceyalnpinar) dane.



Têkildarî êrîşa bi roket a bo ser navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.


Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, piştî ketina ‎roketê, hêzên leşkerî yên wî welatî yên li ser sînorê Sûriyê, 7 cihên li aliyê Sûriyê ku pêştir hatine destnîşankirin, bi ‎çekên giran kirine armanc.‎



Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Tirkiyê di çarçoveya mafê xwe yê rewa yê bergiriyê, bi çekên giran bersiva vê êrîşa roketî daye.



Walîtiya Rihayê daxuyanî da



Herwiha derbarê bûyerê de, Walîtiya Rihayê jî daxuyanî da. Li gor daxuyaniya Walîtiya Rihayê, demjimêr 21:00ê 22ê Temûzê li Taxa Turgut Ozal a bajarokê ‎Serê Kaniyê mûşekek li ser bane malekê ketiye û di encam de 5 kes birîndar bûne. Tê ‎pêşbînîkirin ku mûşek ji aliyê Sûriyê ve hatibe avêtin.‎



Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di bûyerê de 5 welatî bi sivikî birîndar bûne û birîndar bo ‎Nexweşxaneya Giştî ya Serê Kaniyê hatine veguhestin. Lêkolînê derbarê bûyerê de destpê kiriye ‎û li cihê bûyerê, derdor û tevahiya bajarok tedbîrên dijwar ên ewlekariyê hatine wergirtin.”‎



Li Serê Kaniyê êrîşa bi rokêt

Şeva derbasbûyî, li aliyê Rojavayê Kurdistanê ve çend roket bo nav axa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatibûn avêtin. Di bûyerê de, li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê rokêtek li malekê ket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.



Li gor agahiyên ku hatine ragihandin, nasmeya kesên birîndar bi vî awayî ye: Yusuf Atan (38) û hevjîna wî Hatîce Atan (31), Eyup Atan (9), Îbrahîm Işik (17) û Ali Işik (21).

Rudaw
Top