Temellî: Ez êrîşên li Hewlêrê û Trabzonê şermezar dikim
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî, li Amedê beşdarî mitînga "Aştiyek bi rûmet çareseriyek demokratîk" bû.
Sezaî Temellî, derbarê êrîşa li Hewlêrê ya li hemberî dîplomatên tirk û êrîşa li Trabzonê ya li hemberî geştiyarên Kurdistanî de ji Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak re axivî.
Temellî, herdu êrîşan jî şermezar kir û wiha got: "Em van hemû êrîşan şermezar dikin. Divê bûyerên wiha pêk neyên. Ji bo ku ev êrîş pêk neyên, divê em xwedî li aştiyê derkevin. Em êrîşa li Trabzonê qebûl nakin."
Temellî, bi bîr xist ku wan weke HDP bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li Hewlêrê jî şermezar kiriye û wiha berdewam kir: "Me êrîşa li Hewlêrê şermezar kir. Em di vê daxuyaniyê de pir jidil û samîmî ne. Ji bo ku ev êrîş bi dawî bibin, divê em li hemberî polîtîkayên şer ên vê desthilatdariyê derkevin. Lewre zimanê tundî û şer li her derê tundiyê sor dike û bi xwe re êrîşên komî tîne. Me ev yek di êrîşên li Sakaryayê ya li hemberî Amedsporê de jî dît û li Trabzonê li hemberî geştiyaran jî dît. Divê ev tişt bi dawî bibin. Em bi he vre dijîn û divê em ji van pirsgirêkan bi hev re çareseriyek bibînin."
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî, derbarê qedexekirin û sansûrkirina navê Kurdistanê de jî axivî û wiha pê de çû: "Hûn li vî welatî bi qedexekirina navê Kurdistanê nikarin tu tiştekî bi dest bixin. Li holê rastiyek heye, rastiyeke dîrokî heye. Hûn nikarin bi qedexekirinan bigihijin tu çareseriyekî."
Rudaw
