• Friday, 13 February 2026
logo

Du mûşek li Ceylanpiranê ketin erdê HSD dibêje provakasiyone

Du mûşek li Ceylanpiranê ketin erdê HSD dibêje provakasiyone
HSD dibêje me kesek binçav kiriye
Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku duhê bi şev du mûşek ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatine avêtin li Ceylanpinarê li ser banê malekê ketine erdê û di encam de 5 welatî birîndar bûne.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê jî dibêje me bi tundî cîhê ku mûşek têde hatine avêtin topbaran kiriye.

Ji aliyê xwe ve jî HSDê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku ev li ser bûyerê lêkolîn kirine û heta niha kesek jî binçav kirine.

HSD diyar kiriye ku avêtina wan mûşekan kareke provakatîfe û armanc jê aloztir kirina rewşa deverê ye.

Top