Rêveberekî YNKê li Duhokê: YNKê xedir li Behdînan kir!
Parlamenterê berê yê li Parlamentoya Kurdistanê û rêveberê YNKê li Duhokê Cemal Yusif Botanî ji BasNewsê re ragehand, li Mûsilê û Duhokê YNKê çar kursiyên parlamentoya Iraqê bidest aniye û li parlamentoya Kurdistanê jî bi heman awayî.
Cemal Yusif Botanî ragehand, YNKê ji pişka xwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ti payeyek nedaye endamên devera Behdînanê û xedir li Behdînanê kir.
Li gor wî rêveberê YNKê, partiya wî xedir li netew û olên sînorê Behdînanê jî kiriye, ji ber ti payeyek nedaye nûnerên wan jî.
Derbarê çêbûna nîgeranî û gehandina bi rêveberiya partiyê re jî Botanî got, endmên YNKê yên li Behdînanê mafê wan e nerazîbûna xwe aşkera bikin û ez jî piştevaniya wan dikim.
Basnews
