• Friday, 13 February 2026
logo

HDP: Me hêviya xwe ji aştiyê qut nekiriye

HDP: Me hêviya xwe ji aştiyê qut nekiriye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku pêvajoyeke nû ya aştiyê di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de dest pê bike li Amedê mitînga aştiyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî, diyar kir ku wan hêviya xwe ya ji aştiyê qut nekirine û ew bawer dikin ku bi xurtkirina mitîng û çalakiyên aştiyane dê bikirabin bi hikûmetê gavan bidin avêtin.



HDPê ji bo PKK û hikûmeta Tirkiye careke din dev ji şer berdin û vegerin ser maseya diyalogê li Amedê bi navê "Ji bo aştiyek bi rûmet çareseriya demokratîk" mitîngek li dar xist.



Hevseroka KCDê Leyla Guven ku pêşengiya çalakiyên girevên birçîbûnê kiribû dema hate qada mitîngê rastê eleqeyeke mezin hat. Guvenê li qadê soz da ku ew dê ji bo aştiyeke mayînde têbikoşin.



Leyla Guven got: “Em dibêjin ku em amade ne. Em dê ji îro û pê ve şerê aştiyê bimeşînin, em dê xebatên aştiyê bimeşînin.”



Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî jî bal kişand ku wan hêviya xwe ya ji bo aştiyê wenda nekiriye û ew di wê baweriyê de ne ku bi van mitîngan dê hikûmet gavan bavêje.



Temellî wiha axivî: “Her kesên ku li Tirkiyeyê dijîn aştiyê dixwaze. Çareseriyeke demokratîk dixwaze. Ji ber ku desthilatdarî vî dengî asteng dike em îro li qadan in, li mitîngan in. Em dixwazin dengê me bigihije desthilatdariyê. Divê desthilatdarî êdî dev ji feraseta xwe ya astengkirina aştî û demokrasiyê berde. Divê guh bide aştiyê.”



Di mitîngê de biraziyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan jî amade bû. Li gorî Ocalan ger deriyê Îmraliyê bi temamî bên vekirin, pêvajoyeke nû ya aştiyê dê nêziktir bibe.



Parlamenterê HDP'ê yê Ruhayê Omer Ocalan anî ziman: “Bi milyonan kurd li Bakurê Kurdistanê dijîn. Desthilatdarî li dijî kurdan hereket dike. Lazim e ev şer bê rawestandin. Fêdeya vî şerî ne ji gelê tirk re heye ne ji gelê kurd re heye û ne jî ji Rojhilata Navîn re heye. Ji bo ku aştiyeke bi rûmet pêk bê, divê hevdîtina bi Birêz Ocalan re berdewam bike.”



Di mitînga HDPê de coş û peroşeke zêde hebû. Li aliyek konsera hunermendan û li aliyekî jî dirûşm, lê peyam yek bû; destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê.



Rudaw
Top