Wezîrê Veguhestin û Gihandinê: Mobaylên smart di dema kar de qedexe ye
Ev çend roj in tê gotin ku Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Kurdistanê Ano Ebdoke bikaranîna mobaylên smart ji aliyê karmendên wezareta xwe ve qedexe kiriye.
Li ser vê mijarê, Ano Ebdoke ji BasNewsê re got, tiştekî wisa nîne. Me negotiye bikaranîna mobalyên smart qedexe ye, belkî me gotiye di dema bicîhanîna karên welatiyan de nabe karmend xwe bi mobayl û tiştên din mijûl bikin, divê destpêkê karên welatiyan bicîh bînin paşê.
Basnews
