Mesîhî bi beşdariya kabîneya nû ya hikûmetê geşbîn in!
Kesayeta Xirîstiyan û parlamentera berê ya parlamentoya Kurdistanê Wehîde Yaqo Hurmiz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Payeya wezîrê veguhestinê ji mesîhiyan re hatiye dayîn, herwaha çend rêveberiyên giştî û çend payeyên din hatiye dayîn û ev bo mesîhiyan giringe û cîhê keyfxweşiyê û destxweşiyê ye û dê me bigehîne Kurdistanekî bihêz.’’
Herwaha got: ‘’Biryare meha Sibat a sala bê Papayê Vatîkan ê pîroz serdana Bexdayê bike û piştre serdana herêma Kurdistanê jî bike û di wê serdanê de Papa rêz û destxweşiyê û piştevaniyê dê li kabîneya nû ya hikûmeta bi serokatiya Mesrûr Barzanî bike, bo giringî dayîna ji mesîhiyan re û herwaha serdana kampa koçberên Mûsilê dê bike.’’
Heman mijarê de parlamenterê lîsteya Rafîdeyn li parlamentoya Kurdistanê Ferîd Yeqûb ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mesîhî keyfxweşbûn bi danîna wezîrekî mesîhî li kabîneya nû ya hikûmetê û piştevaniya wan pêngavan em dikin û li gor me divê mesîhî xwedî rolekî giring bin di xizmeta xelkê Kurdistanê.’’
Herwaha got: ‘’Giringe civaka navnetewî jî di vê çarçoveyê de piştevaniya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û pêkhateyên Kurdistanê dê bike.’’
Basnews
