• Friday, 13 February 2026
logo

James Jeffery dosya Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyê gotûbêj dike

James Jeffery dosya Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyê gotûbêj dike
Wezareta Derve ya Amerîka di derbarê seredana şanderê Amerîkî yê taybet bo Sûriyê James Jeffrey ji Tirkiyê re got: Ji bo ku ew gûmanên ewlekariyê yên Tirkiyê ji holê rakin, çûye Enqerê.

Şanderê Amerîka ji bo dosya Sûriyê James Jeffery li Enqerê ye û dê ligel berpirsên Wezareta Derve ya Tirkiyê û Wezîrê Bergîriyê yên Tirkiyê bicive.

James Jeffery di gel Koma Xebata Sûriyê ya bi wî re, dê mijara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê û avakirina navçeya aram ya pêşniyazkirî û herwiha bicihkirina plana Amerîkî – Tirkî li Minbicê bi berpirsên Tirkiyê gotûbêj bikin.

Li gor rojnameya “aawsat” çapa Londonê, Amerîka dixwaze lezekê bide bicihkirina nexşeya Minbicê, lê Tirkiye li ser helwesta xwe destdanîna ser navçeya aram li bakurê Sûriyê rijd e.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, ewê gûmanên ewlekariyê yên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî yên derbarê şerê DAIŞê de gotûbêj bikin.

Li gor hatiye belavkirin, gavên çareserkirina krîza Sûriyê û karê ji bo destbikarbûna Komîta Destûrî ya Sûriyê jî, beşek ji danûstandinên her du aliyan bin.

Di dawî serdana xwe ji Tirkiyê re di 29ê Nîsana bûrî de James Jeffery ragihandibû, ew bi Enqerê re avakirina navçeya aram ku ewlehiya Tirkiyê biparêze û gerentiya ewlehiya Kurdan li bakurê Sûriyê bike gotûbêj dikin û herwiha gotibû, divê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî li wê navçeyê hebin, heger ew navçe hate avakirin.

Berî niha jî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, Amerîka biryar daye beşek ji hêzên xwe li Sûriyê bihêle, lê ti gav derbarê avakirina navçeya aram de neavêtiye. Hişyariya wê yekê jî dabû, heger Amerîka ti tevgerê neke, ewê ji aliyê xwe ve gavan bavêjin.

Serdana james Jeffery di demekê de tê, alozî di navbera Amerîka û Tirkiyê ji bo kirîna mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve kûr bûne û Amerîka biryara dûrxistina ji proseya firokeyên Amerîkî F-35 daye.

K24
Top