• Friday, 13 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bi helkefta wefata nivîskar Ferîd Zamdar

Peyama Serok Barzanî bi helkefta wefata nivîskar Ferîd Zamdar
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta wefata nivîskarê kurd Ferîd Zamdar peyamek belav kir.

Serok Barzanî bi helkefta wefata nivîskarê kurd Ferîd Zamdar, bi peyamekê serxoşî da malbata wî. Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan,

Bo malbata birêz ya rehmetiyê Ferîd Zamdar,

Mixabin min xebera koça dawî ya pêşmerge, nivîskar û rewşenbîr kak Ferîd Zamdar bihîst. Ez bi vê helkefta xemnak, şîn û serxoşiyê arasteyî malbata we ya têkoşer û hevalên kak Ferîd dikim û xwe şirîkê xema we dibînim. Ez lavahiya ji Xudayê Mezin dikim ruhê kak Ferîd Zamdar bide ber dilovaniya xwe û hedara her kesî bide.”

Basnews
Top