• Friday, 13 February 2026
logo

Çekdaran dermanfiroşek û mamosteyeke Efrînê revandin

Çekdaran dermanfiroşek û mamosteyeke Efrînê revandin
Grûpên çekdar li Efrînê mamosteyeke dibistanê û dermanfiroşek revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar roja 17ê vê mehê avêt ser mala stranbêjê Efrînî Hekîm “Kalo” û dest danî ser mala wî û hevjîna wî Sozan Hemîd Axa ku mamosteya dibistanê ye revandin û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Herwiha belav kir jî, duhî jî piştî nîvro grûpeke çekdar avêt ser nexweşxaneya Cîhan a Efrînê û hemû bijîşk û karmendên wê di odeyekê de girtin û gefa kuştinê li wan xwar. Piştre dermanfiroşê bi navê Ziyad revand.

Wê rêxistinê da zanîn jî, ev bûyera revandina karmendekî nexweşxaneyê li pêş çavên hêzên artêşa Tirkiyê hate kirin, bêyî ku ew ti destêwerdanekê bikin.

Revandina welatiyên Kurd ên Efrînê ji dema dagîrkirina Efrînê ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve berdewam e. Li gor zanyariyan jî ta niha zêdetir ji 2 hezar welatî hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê berî çend rojan jî belav kiribû, grûpên çekdar ji berî 2 hefteyan ve mamoste Nêroz Mehmûd a ji gundê Kurzêlê li ser rêbenda gundê Turindê revandine û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

K24
Top