Berpirsekî PDKê: Li gor me ya baş ew e kurd li Kerkûkê bi yek lîsteyê beşdarî helbijartinê bibin!
Cîgirê encûmenê rêveberê Kerkûk-Germiyanê Diyarî Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi armanca nîşandana yekrêzî ya gelê me em wek PDK, baş dibînin aliyên Kurdistanî bo helbijartinên dema pêş ên encûmena parêzgeriya Kerkûkê, bi yek lîsteyê beşdarî bê kirin. lê heta rewşa Kerkûkê neyê asayî kirin PDK beşdarî ti cure helbijartinekî nabe li Kerkûkê. Çawa di helbijartinên borî yên encûmena nûnerên Iraqê de PDKê li Kerkûkê helbijartin boykot kir dîsa dê wisa be.’’
Herwaha got: ‘’Proseya serjimêrî ku biryare di sala pêş de bê pêkanîn, bi ti awayekî serkeftî nabe, ji ber rewşa Kerkûkê de ti pêşveçûnek nebûye. Heta naha jî ew koçber nehatine qerebû kirin ku di çarçoveya madeya 140 de ne û hîn jî newegeryane cîhê xwe ku piraniya wan jî ji naverast û jêrî Iraqê ve hatine deverê.’’
Diyarî Husên got: ‘’Hêviya me heye guftûgoyan de encamên baş hebe, bo ku encûmena parêzgeha Kerkûkê di demekî zû de bicive û parêzger helbijêrin, dû wê jî wegera Pêşmerge û vekêşîna wan hêzên ku rewşa Kerkûkê têkdane jî divê li dû bê.’’
Basnews
