Hefteyek e 50 penaberên Kurd winda ne
Federesyona Penaberên Seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê belav kir, ji dema hefteyekê ye nêzîkî 50 welatiyên Kurd ku ji Tirkiyê ve ber bi Îtalyayê ve birê ketine, ta niha ti zanyarî li ser wan nîn e.
Amaje bi wê jî kir, qaçaxciyan bi malbata wan re gotine, ku rojekê yan du rojan ew digihin Îtalyayê, lê ta niha winda ne û ti zanyarî li ser wan nîn e.
Nûnerê Federesyona Penaberên Seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê li Tirkiyê Roj Ezîz dilniyabûn daye malbatên wan penaxwazan ku ti bûyereke nexwastî ne li Tirkiyê û ne li deryaya Naverast rû nedaye, belkû pê de diçe ku ji aliyê polîsa Tirkiyê ve hatibin desteserkirin û di zîndanên Tirkiyê de bin û di wê derbarê de wan dest bi lêkolînan kirine.
K24
