• Friday, 13 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe ragehand

Artêşa Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe ragehand
yek ji wan fermandare
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragehand, di şer û pevçûnên li gel PKKê de li sînorê başûrê Kurdistanê leşkerek, li Bidlîsê jî leşkerek hatiye kuştin û 8 leşker jî bi giştî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber şer û pevçûnên hêzên wan li dijî gerîlayên PKKê li çiyayê Xakurkê leşkerekî Tirk hat kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herwaha hat ragehandin, di encama êrîşa gerîlayên PKKê li ser binkeyeke leşkerî li Bidlîs a Bakurê Kurdistanê, leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Top