Serokwezîrê Iraqê têkildarî êrîşa ser Heşda Şeibî fermana lêkolînê da
Şaneya Medyaya Emnî ya Iraqê ragihandiye, Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê Adil Ebdulmehdî ferman daye ku komîteyek ji bo lêkolînkirina wê êrîşa ser Serbazgeha Şûheda bihê pêkanîn, da ku rastiyan aşkere bike.
Ew komîte ji fermandeyên operasyonên hevbeş ên Iraqê, nûnerên fermandehiya hêzên esmanî û herwiha fermandeyên Heşda Şeibî pêk tê.
Serbazgeha Şûheda ya li parêzgeha Selahedînê, ku lîwaya 16 a Heşda Şeibî ku lê dimîne û çekdarên wê tirkmen in, doh înê serê sibê rastî êrîşekî esmanî hatibû.
Di êrîşekî esmanî de bo ser hêzên Heşda Şeibî yên li Serbazgeha Şûheda, du çekdar birîndar bibûn, lê heya niha nayê zanîn ku ka ew êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye pêkanîn.
Di destpêkê de hatibû gotin, ku Amerîkayê ew êrîş pêk aniye, lê belê Pentagonê red kir ku êrîşek bi vî awayî encam dabe.
Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî red kiriye ku hêzên wan êrîşa li ser hêzên Heşda Şeibî li parêzgeha Selahedînê pêk anîbin.
Rudaw
