Nasir Herkî: Hewlêr û Bexda di demek nêzîk de li ser deverên Kurdistanî digihên rêkeftinê
Parlementerê kurd û alîkarê serokê komîsyona asayiş û berevaniyê ya parlementoya Iraqê, Nasir Herkî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, komîteyên hevbeş yên hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser gotûbêj û hevdîtinên xwe bo dîtina çareyekê bo deverên Kurdistanî berdewam in.
Nasir Herkî her wiha gotiye, pêşveçûnek baş di gotûbêjan de. Tenê maye li ser rêjeya beşdariya hêzan bigihên rêkeftinê. Kurd daxwaz dike piraniya hêzên ku li deverên Kurdistanî tên bicîhkirin, kurd bin, ji ber ku piraniya akincên deverên Kurdistanî kurd in. Ewê jî di demek nêzîk de pêk were.
Bi gotina wî parlementerê kurd, her gava rêkeftin hat kirin ew hêzên ku ji derve hatine deverên Kurdistanî, dê ji wir bên derxistin û li şûna wan hêzên ku li ser wan rêkeftin hatiye kirin, dê li wir bên bicîhkirin.
Basnews
