• Friday, 13 February 2026
logo

Supaya Pasdaran: Me keştiyek Brîtanyayê desteser kir!

Supaya Pasdaran: Me keştiyek Brîtanyayê desteser kir!
Supaya pasdarên Îranê desteserkirina keştiyeke Brîtanî ragihand.

Di daxûyaniyekê de Supaya Pasdaran radighîne, wan Keştiyek petrolhelgir a Brîtaniya ya bi navê Stîna Îmbîro desteser kirin e.

Supaya Pasdaran amaje jî dike, ew keştiye li dem a derbasbûnê ya tengava Hurmiz hatiye desteserkirin, ew jî bi fermana desthelata deryayî a parêzgeha Hurmizgan.

Derbarê sedemên desteserkirina wê keştiyê, Supayê Pasdaran radighîne, ew keştî pabendî yasayên deryayî yên navdewletî nebûye.

Her li gorî çavkaniyan, tîma keştiyê ji 23 kesan pêkhatiye.

Ji aliyekê din ve û li gorî raportên rojnamevanî, dûyem keştiya Brîtanî arasteya xwe ber bi beravên Îranê ve guhertiye.

Top