Çolkirina gundên devera Berwarî Bala berdewame ji tirsa burdûmanan
Nesrûllah ku xelkê wî gundîye, dibêje: Rojane ew hewil dide serdana gundê xwe bike, hewil dide careke din xanî û zevîyên xwe bibîne, lê ji tirsa firokeyên cengîyên Tirkiyê nekare.
Welatîyên deverê daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin şerê xwe ji avahîyan dûr bixin û veguhêzên nav axa xwe daku êdî gundî nebin qurbanîyên wî şerî ku ne ji nêzîk ne ji dûer ti peywendîyek bi wan ve nîne.
Her li ser evê yekê Serbest Akreyî, rêveberê Kanî Masê dibêje: dibêje: rojane hevrûşî pirsgirêkên ewlehîyê dibin û hejmareke gund û avahîyên sinûrî hatîne çolkirin û eger ev rewş berdewam bibe, di demên dahatî de xelkeke zêdetir deverên xwe dihêlin ş çol dikin.
K24
