• Friday, 13 February 2026
logo

Aliyekî opozîsyona Sûriyê ENKSê bi cudaxwaziyê tometbar dike

Aliyekî opozîsyona Sûriyê ENKSê bi cudaxwaziyê tometbar dike
Du rêxistinên opozisyona Sûriyê du daxuyaniyên tund li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derxistine.



Rêxistina bi navê Komeleya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyonê li Hesekê, di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşî ENKSê dike û wê weke xwedî omêdiyên cudaxwaz wesif dike.



Rêxistina navborî, daxwazê li ENKSê dike ku navên Kurdî yên bajarên parêzgeha Hesekê bikar neyîne û dibêje ku bajarên Herseke, Qamişlo û heta bajarê Efrînê jî ku berî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyonê %95 ji nişteciyên wî Kurd bûn, bajarên Erebî ne.



Di daxuyaniya xwe de, rêxistina navborî ku ser bi Tirkiyê ve ye û li wî welatî hatiye damezirandin, daxwazê li ENKSê dike ku PYDê weke rêxistineke terorîst bide naskirin.



Li Reqayê jî, rêxistineke bi navê Sazûmana Şoreşgêr li parêzgeha Reqayê daxuyaniyek li dijî ENKSê belav kiriye.



Di daxuyaniya xwe de, rêxistina navborî ENKSê weke rêxistineke cudakar wesif dike û Ala Kurdistanê jî ku ENKS bilind dike wekî ala cudakariyê wesif dike.



Li gor daxuyaniyê, ew red dikin ku ENKSê weke nûnerekî opozisyonê bê naskirin.



Rêxistina Komeleya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyonê li Hesekê li Tirkiyê hatiye damezirandin û çalakiyên xwe jî her li wî welatî dike. Li gor zanyariyan, grûpeke çekdar bi navê Lîwaya Mertalê Hesekê ser bi vê Rêxistinê heye ku beşdarî şerê li dijî Efrînê bûbû û ni li wê herêma Kurdî dimîne.



Ruudaw
Top