Wezîrê derve yê Firansayê: Fransa qerzarê qurbaniyên Pêşmerge ye
Wezîrê Derve yê Fransa, Jean-Yves Le Drian di peyamekê de ji bo Mesrûr Barzanî, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûn a wî wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê got, li dem a ku Kurdistan û hemû Îraq, di proseya aramî û aştewayîya niştîmanî re derbas dibe, destbikarbûna we qonaxek giring bo arastekirina herêmê li ser rêya asayiş, aramî û jiyaneke xweş e.
Herweha encamdan a rêform û bihêzbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexda, ku dizanim, hûn hemû hewlekê didin, da ku vî karî bi serkeftî bicîh bîn e.
Di beşeke din a peyama xwe de Le Drian dibêje, Şêwirmendê Civata Asayişê li dem a herî zehmet ê şerê li dijî DAÎŞê de, we rolek giring di serkeftina dijî berberiyeta cîhadiyan da. Fransa qerzarê qurbaniyên Pêşmerge ye.
K24
