• Friday, 13 February 2026
logo

Li Xurmatû bi kêrê êrîş kirin ser ciwanekî kurd

Li Xurmatû bi kêrê êrîş kirin ser ciwanekî kurd
Nêzîk dibistanekî bajarê Xurmatû, ciwanekî kurd ji aliyê du kesên nenas ve êrîşekî bi kêrê li ser pêkhat û hat birîndar kirin.

Çalakvanê sivîl û rojnamevan Mihemed Fayeq ji BasNewsê re ragehand, Ehmed Îsmaîl Mihemed ê temen 18 salî ji aliyê du kesên ereb ve, nêzîkî dibistana Kurdistan a keçan hat birîndar kirin û 6 heta 8 kêr li wî dan.

Herwaha got, bûyer şeva 17.07.2019ê pêkhat û Ehmed Îsmaîl bo çareseriya birînên wî ew gehandin nexwaşxaneyê.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê Xurmatû û piraniya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve hatin dagir kirin.

Basnews
Top