• Friday, 13 February 2026
logo

Balafirên Tirkiyê Gare û Metîna bombebaran dikin

Balafirên Tirkiyê Gare û Metîna bombebaran dikin
Balafirên şer ên Tirkiyê çiyayên Gare û Metîna li Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê de dibêje, di êrîşê de 6 endamên PKKê hatine kuştin, lê PKKê derbarê vê êrîşê de hêj ti daxuyanî nedaye.



Li gor agahiyan, balafirên şer ên Tirkiyê, îro înê li sînorê parêzgeha Duhokê, herdu çiyayên Gare û Metîna li sînorê bajarokê Dêrelokê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve bombebaran dikin.



Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihandiye, di encama êrîşa esmanî ya bo ser herdu çiyayên Gare û Metîna de, 6 endamên PKKê hatine kuştin.



Heta niha PKKê derbarê êrîşa ser Gare û Metîna de ti daxuyanî nedaye.



Bombebarana herdu çiyayên Gare û Metîna di demekê de ye, ku balafirên şer ên Tirkiyê duh şev gundê Spîndarê li sînorê qezaya Amêdî û herwiha çiyayê Qereçûx û derdora kampa Mexmûrê bombebaran kiribûn.



Derbarê êrîşa ser Çiyayê Qereçûxê de, Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, di çarçoveya operasyona Pence-2 a li dijî PKKê de, balafirên şer ên artêşa wî welatî Herêma Qereçûxê bombebaran kirine û çendîn binke û baregeh, depoyên çek û cebilxane û sitargehên PKKê ji nav birine.



Wezareta Berevaniya Tirkiyê daye xuyakirin, ku di operasyona esmanî ya bo ser Çiyayê Qereçûxê de, ji bilî F-16an balafirên bêpîlot (drone) jî hatine bikaranîn.

Rudaw
Top